Îro civîneke ewlehî ji bo Lîbya li Misirê tê lidarxistin

Ji bo nîqaşkirina agirbestekê li Lîbyayê, îro civîneke ewlehî Lîbî li Misirê tê lidarxistin.

Çavkaniyeke Misirî ji dezgehên ragihandinê re diyar kir ku îro ev civîn di çarçoveya danûstandinên komîteya leşkerî ya hevbeş li bajarê el-Xerdeqa yê Misirê tê lidarxistin.

Li gorî heman çavkaniyê, wê civîn bi serperiştiya NY be û avakirina hêzeke hevbeş da agirbestekê li Lîbyayê pêk bîne, lêkolîn bike.

Ji aliyê xwe ve jî, şêwirmendê parlamena Lîbî teqez kir ku hemû hêzên Lîbî xwe ji civîna li Cinêvê re, ku Cotmehê dê were lidarxistin, hazir dikin.

Li wir jî wê mecliseke serokatî ya nû were destnîşankirin.

Misirê jî teqez kir ku heya ji wan were, wê agirbestê li Lîbyayê pêk bînin.

Back to top button