Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed spasiya helwesta Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde ya derbarê vekşîna dewleta Tirk ji Sûriyê, kir.
Ilham Ehmed bi twittekê li ser hesabê xwe wiha got: “Em spasiya Wezîra Karên Derve ya Swêdê birêz Ann Linde a der barê daxwaza wê ji Tirkiyê ya vekişîna ji Sûriyê de dikin.”
Îlham Ehmed destnîşan kir ku Wezîra Swêdê piştevaniya xwe ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re raber kir.
Ew jî helwesteke mezin e ku ji jineke bihêz û parêzvana çalak a mafên mirovan derketiye.
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde, duh, bangên ji Dewletên Yekitiya Ewropayê re yên vekişîna dewleta Tirk a hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dubare kirin.
Ann Linde di civîna li gel hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu wiha gotibû: “Helwesta bihêz a Yekitiya Ewropayê wek xwe ye. Ew di hişyarkirina dewleta Tirk a vekişînê de berdewam in.”