Hikûmeta Iraqê ragihand ku wê 6’ê Hezîrana bê hilbijartinên pêşwext pêk werin

Hikûmeta Iraqê ragihand ku wê 6’ê hezîrana bê hilbijartinên pêşwext ên parlamantoyê bên lidarxistin.

Îro Nivîsgeha Mistefa Kazimî bi daxuyaniyekê dema hilbijartinên parlamantoyê ragihand.

Nivîsgeha Mistefa Kazimî ragihand ku hilbijartinên pêşwext ên welat wê 6 hezîranê were lidarxistin.

Komseriya Hilbijartinan destnîşan kir ku wan navên namzetên bi biyometrîk tomar kirine û kartên namzetê ya biyometrîk belav dikin.

Li gorî komseriyê wê çavdêrên xwecih û navnetewî çavdêriya hilbijartinên pêşwext ê parlamantoyê bikin.

Back to top button