Li Dirbêsiyê bombeyek destan bi 2 zarokan ve teqiya, her du zarok birîndar bûn

Li navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê bombeyeke destan bi du zarokan ve teqiya û her du zarok birîndar bûn.

Bûyer saet 16:00’an, li nêzî çerxerêya Serêkaniyê ya navenda navçeyê pêk hat.

Diyar bû ku herdu zarokên xwişk dema ku li ber deriyê malA xwe li kêleka erebeya bavê xwe dilîst bombek destan bi wan ve teqiya.

Navên zarokên birîndar wiha ne,

Zîlan Xesan temenê wê 6 salî û Leylan Xesan temenê wê 2 salî ye.

Herdu zarok ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Qamişlo.

Li gorî agahiyan rewşa Zîlanê giran e.

Back to top button