DYA’yê ceza li ser rêveberiya pêşesaziya parastinê ya Tirkiyê ferz kir

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku ceza li dijî rêveberiya pêşesaziya parastinê yê dewleta Tirkiyê birîn.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, ceza li dijî rêvberiya pêşesaziya parastinê yên dewleta Tirk û serokê wê Îsmaîl Demir birîn.

Malpera wezaretê da zanîn ku Washingtonê ceza li dijî endamên dîtir ên girêdayî rêveberiya pêşesaziya parastinê yên dewleta Tirk jî birîn.

Roja înê, senatoya Amerîkayê bi awayekî giştî biryar da, dê projeya qanûna piştevaniya parastinê ya ku tê de cezayên li dijî dewleta Tirk heye, şîrketa mezin a çêkirina çek û gelek karsazên tirkiyê armanc bike.

Wezîrê karê derve yê Amerîkayê Make Popeo ragihand ku ceza qedexeya firotina çekan bo Tirkiyê di nava xwe de dihewîne.

Her wiha Popeo got me gelek caran Tirkiyê ji bo kirîna sîstema parastina asmanî S-400 ji Rûsiyê agahdar kir lê ji ya xwe venegeriya û kirî.

Back to top button