Îsal jî zarokên Zirganê neçarin ku bê dibistan û xwendin bimînin

Li Zirganê di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de, îsal jî zarok neçarin ku bê dibistan û xwendin bimîn.

Endama Rêveberiya Dibistanên Zirganê Nisrîn Elî diyar kir ku ji ber Zirgan herêmeke sînorîye rojane topbaran û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tê.

Nisrîn eşkere kir, rewşa perwerdê û dibistanan li herêmê xirab e diyar kir ji 5 dibistanan 3 vekirîne, hejmara xwendekaran jî rojane kêm dibe.

Nisrîn Elî bang li Rûsiya kir ku rola xwe pêk bîne û ji bêdengiyê derkeve da ku şagirt li dibistnên xwe vegerin.

Back to top button