(HRRK) yekemîn pêşbika helbestên Kurdî rêxistin dike

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) û Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê, yekemîn pêşbirka helbestên Kurdî ya ciwanan li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin dikin.
Kesên serkeftî jî dê xelatên ji 500 heta 200 dolarî werbigirin.

Bi boneya bîranîna çalakvana Kurd Janê Xelef, her wiha ji bo piştgiriya nifşên nû ku niha li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê xwe fêr dibin, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRK yekemîn pêşbirka helbestên Kurdî ya ciwanan rêxistin dike.

Ev pêşbirk wê bi serpereştiya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê bê lidarxistin.

Çalakvana Kurd Janê Xelef di 19 saliya xwe de di rewşeke nediyar de sala 2014’an jiyana xwe ji dest da.

HRRK: Kesên serketî dê ji 500 heta 200 $ wergirin

Ji bo kesên serkeftî jî wê xelat bi vî rengî bin:

-Xelata yekemîn 500$.
-Xelata duyemîn 300$.
-Xelata sêyemîn jî 200$ be.

Mercên tevlîbûnê jî ev in;

1. Pêşbirk tenê bi zimanê Kurdî ye.

2. Kesên tevlî pêşbirêkê bibin, divê li Rojava yan li Sûriyê bin.

3. Divê temenê beşdaran di navbera 18 heta 30 salî de be.

4. Divê helbest navbera 10 heta 50 malikan be.

5. Berhem ji aliyê HRRK’ê ve ji 1’ê Çile heta 1’ê Adara 2021 tên pêşwazîkirin.

6. Ji mafê HRRK’ê ye ku helbestên xelatgirtî, di malper û kovarên xwe de biweşîne.

Her wiha ji beşdaran tê xwestin jî ku:

-Kurtejiyan, navnîşan, jimarên telefon û emaîlên xwe bişînin.

-Divê helbestvan peyamekê amade bike, ku helbest şandiye pêşbirkê û li tu cih û pêşbirkên berî niha belav nebûye.

-Divê wêneyeke nasnameyê jî bi helbestê re were şandin.

Endamê Komîteya Çalakiyan a HRRK’ê Ehmed Huseynî eşkere kir ku wan sînor ji mijar û naverokên helbestan re daneniye, lê ya girîng ew e ristin û hûnandina helbestê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRK dê di 29’ê Adara 2021 de navên kesên serkeftî li navenda xwe ya bajarê Qamişloyê bi şevbuhêrkekê ragihîne.

Back to top button