NY derbarê xeteriya DAIŞ’ê û El-Qaîdeyê de raporek weşand

Meclisa Ewlekariyê ya NY bi raporekê eşkere kir ku çeteyên DAIŞ`ê û rêxistina El-Qaîde li Misir, Lîbya, Nîvgirava Erebî, Iraqê û Sûriyê çalak bûne.
Di raporê de tê gotin, çeteyên DAIŞ`ê çolistana Dêrazorê ji bo êrîşên li dijî QSD û hêzên hikumeta Şamê bi kar tînin.

Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê derbarê xeteriya DAIŞ’ê û El-Qaîdeyê ser herêmê raporek weşand.

Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê di raporê de behsa rewşa DAIŞ û El-Qaîdeyê li Misir, Lîbya, Sûriye, Iraq û Yemenê kir.

Hat gotin ku peymana agirbestê ya di navbera aliyên şer ên Lîbyayê de sûd da xebatên têkoşîna li dijî terorê.

Meclisa Ewlehiyê fikarên xwe li ser veguhastina çeteyan ji bakurê Sûriyê bo Lîbyayê anîn ziman.

Hat destnîşan kirin ku ew çete ji aliyê rêxistinî ve ne girêdayî “Tehrîr El-Şam” in lê belê girêdayî “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ne ku yekser girêdayî Tirkiyê ne.

Di raporê de hate destnîşankirin ku piraniya çeteyên Sûrî yên li Lîbyayê, her wiha piraniya yên ku tev li şerê li başûrê Qafqasyayê bûne ji “Lîwa Sultan Murad” in.

Hat diyar kirin jî ku çeteyên wê komê xwedî îdeolojiyeke radîkal in û çeteyên berê yên DAIŞ`ê tev li refên xwe kirine.

Hat destnîşan kirin jî ku çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê tevî astengiyan û tevî ku gelek serçeteyên wan di 2020`an de hatin kuştin jî, lê hîna dikarin li herêmên sînorê bi Iraqê re çalakiyan pêk bînin.

Li gorî raporê, nêzî 10 hezar çeteyên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hene û piraniya wan li Iraqê ne, lê tevî wê yekê ji ber xebatên hêzên Iraqê hêza wan a êrişkirinê kêm bûye.

Raporê her wiha diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê rêzeçiyayên Hemrîn li parêzgehên Diyale, Kerkûk û Selaheddîn ên Iraqê wekî spartgehên ewle bi kar tînin.

Li Sûriyê jî li herêma Dêrazorê û li Idlibê bi cih dibin.

Di Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê de hat diyarkirin jî ku çeteyên DAIŞ`ê çolistana Dêrazorê ji bo pêkanîna êrîşan li dijî QSD û hêzên hikumeta Şamê bi kar tînin.

Back to top button