Meclisa Jinan a Sûriyê derbarê ”CEDAW” de semînerek li Reqayê da

Meclisa Jinan a Sûriyê li ser peymana CEDAW, ji bo pêşxistina tevahî qadên jiyanê û pêkanîna mafên jinan semînereke li Reqayê da. Di semînerê de hat destnîşan kirin ku divê rêgeza wekheviya di navbera mêr û jinan di destûrên neteweyî yan jî zagonên wê de werin sepandin.

Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li ser peymana “CEDAW” li avahiya xwe ya li Reqayê da.

Semîner bi beşdarbûna kesayetên jin, endamên Wefaya Jinan a Sûriyê, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, nûnerên jin ên MSD’ê û Partiya Sûriya Pêşerojê hate dayîn.

Ev semîner di çarçoveya rêzeçalakiyên meclisê de yên bi armanca pêşxistina rewşa jinên Sûriyê de pêk hat.

Peymana CEDAW’ê, peymaneke navneteweyî ye, ji bo têkbirina tevahî şêweyên nijadperestî û tundiya li dijî jinan e.

NY’î 1979’an ev peyman wek projeya qanûna navneteweyî ya mafên mirovan pejirand.

NY’î Tîrmeha 1980’î li Copenhagenê  li gel 64 welatan ev peyman îmze kir.

Lewra di semînerê de, endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Jinan a Sûriyê Suhêr Senoh

CEDAW li dijî tevahî şêwazên nijadperest û tundiya li ser jinan e

îşaret bi bendê 1’ê ya peymana CEDAW’ê kir û destnîşan kir ku divê rêgeza wekheviya di navbera mêr û jinan di destûrên neteweyî yan jî zagonên wê de werin sepandin.

Li aliyekî din endama Nivîsgeha Weqfa Jinên Azad a Sûriyê Meyson Mihemed eşkere kir ku hin welat xala çêbûna biyolojîkî ya jin û mêr û xwezaya wan paşguh dike.

Bi wê re jî deriyeke fireh ji bo derketina ji qeydên şerîetê tê vekirin, da ku mêr û jin mafên xwe di tevahî qadan de pêk bînin.”

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Sûad Kurdî jî destnîşan kir ji dema dagirkirina herêmên me de, dewleta Tirk bi hezaran jin êşkence kirin û ev jî sûcên qirkirinê li dijî jinan e.

Lê tu qanûnên ku parastina jinan ji van sûcan bikin, tune ne û heta ku qanûn hebin jî li ser erdê pêk nayên.

Paşê sînafîzyonek jî li ser peymana CEDAW’ê hat pêşandan.

Jimara dewletên ku heta niha li ser peymana CEDAW’ê îmze kirine, 190 e, ji wan 20 dewletên ereb in.

Back to top button