Hêlîn Umît: Bi rabûna gelê Kurd wê faşîzm li ser pêyan nemîne

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze qirkirina Kurdan bibin serî û got, “Yên ku li dijî vê raneweste, dibe hevkarê tinekirina Kurd û Kurdistanê.”
Hêlîn Umît bang li herkesî kir ku di çarçoveya pêngava, “Dem Dema Azadiyê ye” li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînê bilind bikin.

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hêlîn Umît derbarê; ”Pêngava Bes e ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re, Dema Azadiyê ye” ji ANF’ê re axivî.

Hêlîn Umît destpêkê çalakiya berxwedana grêva birçîbûnê a li zindanên dewleta Tirk û çalakiyên li Wan û Êlihê silav kir û da zanîn ku pêngav di merheleya niha de gelekî nêzîkî armanca xwe buye.

Umît wiha axivî,

“Bi rabûna ser piyan a gelê Kurd re, ne pêkan e ku faşîzma AKP-MHP’ê bi zor û zextê li ser piyan bimîne. Dema ku faşîzma AKP-MHP’ê ji holê rabû, rejîma qirker û mêtinger a TC’ê wê ji holê rabe, gelê Kurdistanê wê azad bibe, Tirkiye wê demokratîk bibe.”

Umît bal kişande li ser êrîşên dewleta Tirk yên li çar aliyên Kurdistanê yên li dijî desketiyên gelê Kurd û wiha dewam kir,

“Gelê Kurd li dijî faşîzma AKP-MHP’ê nîşan daye ku wê rabe ser xwe. Ev qonaxa nû ya Şoreşa Kurdistanê ye û ev qonaxa serfiraziyê ye.”

Umît eşkere kir ku rojeva sereke ya gelê Kurd têkoşîn û berxwedana dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye û diyar kir bi derketina li meydanan ev jî daniye holê.

Umît destnîşankir ku dewleta Tirk bi destê faşîzma Erdogan û Bahçelî dixwaze çi tişta li ser navê Kurdan hebe were tinekirin û got,

“Yên ku li dijî vê raneweste, dibe hevkarê tinekirina Kurd û Kurdistanê. Heta ku mirov li dijî vê û xeta noker nebe xwedî helwest mirov nikare behsa Kurdbûnê û yekîtiya netewî bike.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze qirkirina Kurdan bibin serî û got,

“Gelê bakurê Kurdistanê vê rastiyê dibîne û ji ber vê rojeva têkoşîna xwe weke berxwedana dijî faşîzma AKP-MHP’ê daniye. Heke faşîzma AKP-MHP’ê were hilweşandin, wê rejîma mêtinger têk biçe. Wê astengiyên li pêş yekîtî û azadiya Kurd rabin.”

Hêlîn Umît di dawiyê de bang li herkesî kir ku di çarçoveya pêngava, ”Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, dema azadiyê ye” li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînê bilind bikin.

Back to top button