
Tîmên Şehîd Avesta bi daxuyaniyekê bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinên Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kir ku wê li gel hemû hêzên ji bo rizgariya Efrînê şer dikin, têbikoşin.
Tîmên Şehîd Avesta bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyek weşand.
Tîman 8’ê Adarê li tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê û li jinên Efrînê bi hestên tolhildana mezin a rizgariya Efrînê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin;
Wek Tîmên Şehîd Avesta, li hember hemû êrîşên ku çêbûn û yên çêbin, em ê bibin tîmên tolhildana Avesta, Barîn û Amargiyan.
Em ê bibin şopdarên heqîqeta rêya wan.
Tek armanca me wê bibe rizgariya Efrînê.
Ji bo vê yekê Hêzên Rizgariya Efrînê yên ku niha şer dikin û têdikoşin û hemû hêzên ku ji bo rizgarkirina Efrînê tê dikoşin, em ê hem pêşengiyê jê re bikin û hem jî bi wan re bin.