Îranê dest bi hilberîna metala Uranyumê kiriye

Li navenda hilberîna Esfehan ya Îranê hat ragihandin ku 3,6 gram metala Uranyumê hatiye hilberandin.

Çavdêrên Ajansa Enerjiya Atom a Navnetewî ya girêdayî NY piştrast kir ku Îranê dest bi hilberandina metala uranyumê kiriye.

Serokê ajansê Rafael Grossi di daxuyaniya ji welatên endam re kir, diyar kir ku Îranê dest bi hilberîna metala uranyumê kiriye.

Grossi anî ziman ku çavdêrên ajansê 8’ê Sibatê, raghandine li navenda Esfehan ya hilberînê 3,6 gram metala Uranyumê hatiye hilberandin.

Îran bi vê pêngavê re, Plana Çalakiyên Berfireh ya Yekgirtî (JCPOA) ya 2015’an ku navbera wan û Almanya, Fransa, Îngilistan, Çîn, Rûsya û DYA hatî îmzekirin binpê kir.

Piştî ku serokê berê yê DYA Donald Trump hat ser deshilatdariyê, 8’ê Gulana 2018’an bi awayekî yek alî ji peymanê cuda bû.

Tevî vê dest bi ferzkirina cezayên li dijî Îranê kir.

Tahran jî li dijî van cezayan 5’ê Çileya 2020’an tevahî xalên peymanê da rawestandin û di asta herî bilind de dest bi hilberîna zengînkirina uranyumê kir.

Back to top button