Rêxistina UNICEF ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihand ku sala 2018’an ji bo zarokên li Sûrîyê sala herî bi-êş bû.
Tenê di salekê de ji ber şerê li sûriyê hezar û 106 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Dîrektora Giştî ya UNICEF’ê Henriatta Fore diyar kir ku li Suriyê metirsiya li ser zarokan hîn didome û got:
Hejmara zarokên jiyana xwe ji dest dan dibe ku hîn bilinter bibe.
Di raporê de hat diyar kirin ku tenê sala borî 434 zarok ji ber mayîn û teqemeniyan bi giştî hezar û 106 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku di şerê li Sûriyê de 50 hezar kes hatine kuştin, zêdetirî 5 mIlyon jî koçber bûne û zêdetirî 6 mîlyon kesên din jî di nava welatê xwe de cihê xwe guhertine.