Amerîka ceza li 7 berpirsên hikûmeta Rûsya birî

Li dijî jehrkirin û zîndanîkirina muxalifê Rûsî Aleksîi Navalny, Amerîka 7 berpirsên hikûmeta Rûsiya ceza kirin.

Roja Sêşemş rêveberiya Amerîka ya nû gavên pêşîn li dijî Rûsiya avêtin.

Rêveberiya Amerîkî yên payebilind dan zanîn ku sepandina cezayan li ser rayedarên Rûsî bi kordîneya li gel Yekîtiya Ewropa pêk hat.

Berpirsên Amerîkî bi rêya peywendiyeke telefonê li gel rojnamevanan diyar kir ku wezareta xezîneyê ceza li 7 berpirsên Rûsî birîn.

Girêdayî mijarê berpirsekî Amerîkî da zanîn ku ceza li gorî zagona çekên kîmawî û biyolojîk hatin sepandin ku Rûsya yekem car li dijî sîxurekî berê bi navê Sergy Sîkrîbal bi kar anî.

Payebilindekî din jî di rêvewberiya nû de got ku jehrkirina Navanly di Tebaxa 2020″an de, bi armanca kuştina wî bû û wiha dewam kir;

li gorî agahiyên istixbarata me, dezgeha ewlehiyê ya Rûsî, Navanly bi gaza Novîçuk jehr kir.

Berpirsan bi rêya telefonê diyar kirin ku wê siyaseta Biden li hemberî Rûsya, berevajî ya serokê berê Trump be.

 

 

Back to top button