Selahedîn Demîrtaş: Pêvajo ber bi tifaqa demokrasiyê ve diçe

Hevserokê yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş derbarê nîqaşên girtina HDP’ê de diyar kir a ku bê girtin wê tenê HDP nebe.
Demîrtaş diyar kir ku pêvajo ber bi tifaqa demokrasiyê ve diçe.

Hevserokê yê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş ku niha li bajarê Edîrnê yê Tirkiyê di girtîgehê de ye ji BBC re axivî.

Selahedîn Demîrtaş derbarê pêvajoya çareseriyê a ku sala 2013’an di navbera Rêber Ocalan û Desthilata Erdogan de diyar kir tiştekî veşartî nebû û her tişt li pêş raya giştî hate kirin.

Demîrtaş wiha got,

“Pirsgirêk ew bû ku AKP’ê sozên eşkere neda raya giştî û gav neavêt. Pêvajoya çareseriyê cidî, exlaqî û rewa ye. Pêvajoya çareseriyê bi temamî li ser zemînekî qanûnî û exlaqî bipêşde çû.”

Demîrtaş derbarê îdiayên ku hin kes dixwazin partîyeke Kurd ava bikin de jî wiha got,

“Em HDP’î ne, em hewl didin HDP’ê mezin bikin. Nîqaşên din di rojeva min de nîn in.”

Demîrtaş bal kişande li ser girîngiya tifaqa demokrasiyê a li Tirkiyê û destnîşan kir ku di bin şertên heyî de xala hevpar rêgezên demokrasiyê ne.

Demîrtaş wiha dewam kir,

“HDP ji vê yekê nareve. Herî zêde HDP tifaqa demokrasiyê dixwaze. Pêvajo ber bi vê yekê ve diçe.”

Demîrtaş derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî diyar kir ku li gorî DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê mafên wî hatine binpêkirin.

Selahedîn Demîrtaş derbarê nîqaşên derbarê girtina HDP’ê de jî wiha got,

“Ez van nîqaşan şaş û bê feyde dibînim. Ji bo deng zêdekirinê şerme ku partiyek rabe partiyeke din bide girtin. Dixwazin bila biceribînin lê a ku bê girtin wê tenê HDP nebe. Nîqaşa vê yekê ziyanê dide tevna civakî.”

Back to top button