Rêxistina Sara ya li dijî şideta li ser jinê ya Herêma Cizîrê îro li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê dest bi pêngava çalakiyan a 9 mehan kir.
Endamên rêxistinê di daxuyaniya xwe de wiha gotin;
Her ku diçe fikrê desthilatdariyê yê şer dighêje asta komkojiyan, herî zêde jî jin dibin qurbanê van komkojî û şidetan.
Di êrîşên li ser Efrînê de ev yek li ber çavan bû ku çawa bi sedan jin dihatin qetilkirin.
Di bîranîna komkojiya Helebça û Efrînê de em dest bi pêngava xwe dikin.
Di pêngavê ku heta 25’ê Mijdarê bidome, dê gelek çalakiyên mîna Mîhrîcan, dayîna semîneran, meş, mitîng û hwd.. pêk bên.
Erka ku di nava civakê de bikeve ser milên me em ê bi cih bînin.