Muhleta ku hikûmeta Iraqê dabû Rêveberiya Xweseriya Şengalê da ku hêzên xwe jê derxe, îro bi dawî dibe, lê li ser erdê hê tiştek tune ye.
Hikûmeta Iraqî 9 Cotmeha 2020an li jêr fişarên Tirkiyê digel PDK’ê peymaneke bêmaf bêyî vîna Êzidyan îmze kiribû.
Vê mehê jî, hikûmeta Iraqî muhleteke diyar, anku heya îro 1 Nîsanê, dabû Asayîş û hêzên Şengalê da jê derkevin.
Şêniyên Şengalê vê yekê napejirînin û li dijî biryar û peymana PDK-Bexdayê, îro dê dakevin qadan û van gefan şermezar bikin.