Li Efrînê 2 teqîn pêk hatin, di encmanê de kuştî û birîndar hene.
Li gorî nûçeyeke ajansa Hawarê hat zanîn ku li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê teqînek rû daye.
Hat tekezkirin jî ku teqînek din di saet 16:30`an de li gundê Tirindê yê girêdayî bajarê Efrînê pêk hat.
Li gorî çavkaniyan di her du teqînan de kuştî û birîndar hene, Lê hêjmara bi zelalî nahatine zanîn.
Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rêyên sereke yên bajêr girtine.
Her wiha derdora çarxerêya Newroz û gundê herêma Cindirêsê dorpêç zêde bûye.
Heya vê kêliyê ti aliyan teqîn negirtine ser xwe.