Li Myanmarê 20 xwepêşandêr hatin kuştin û cezayê darvekirinê li 19 kesan hate birîn

Li Myanmarê artêşa ev 70 roje welat bi rêya darbeyê birêve dibe.
Artêşa darbekar ku li dijî xwepêşandêran tundî zêde kiriye, bi fermana wê re komkujî pêk tên.
Di nava 24 saetên derbasbûyî de, 20 xwepêşandêr hatin kuştin û artêşê 19 kes bi hinceta ku ji mirina leşkerekî berpirsyarin cezayê darvekirinê li wan birî.

Sembola aştiyê ku Myanmarî bi rakirina sê tiliyan diyar dikin, artêşa darbekar bihêrs kiriye.

Ji roja 1’ê Sibatê ku darbe pêk hatî heta îro, roj bê çalakî û pevçûnan derbas nabe.

Li bajarê Bago artêşê raste rast sivîl kirin hedef û herî kêm 20 xwepêşandêr hatin kuştin.

Di saetên şevê de li bajar dengê li kolanan bilindtir bû.

Artêşa darbekar xwest xwepêşandêran ji hev belav bike dest bi komkujiyê kir.

Li bajar tê gotin, gelek kesan dest ji malên xwe berdane, jimara miriyan jî ne 20, herî kêm 60’e.

Li aliyekî din dadgeha ku girêdayî artêşê ye, bi hinceta destê wan di kuştina leşkerekî de heye, cezayê darvekirinê li 19 kesî birî.

Kesên qala wan tê kirin, 27’ê Adarê ji kuştina leşkerekî li herêma Bakurê Okkapala ya Yangonê dihatin tewambarkirin.

Di nava 2 mehên ji xwepêşandanê de derdora 600 kes ji aliyê artêşa darbekar ve hatin kuştin.

Di vê navberê de êrîşên çekdarî li dijî navendên polîsan pêk hatin.

Di encamê de 14 polîs hatin kuştin.

Back to top button