DAGIRKERIYA TIRK PLAN DIKE PENABERÊN SÛRÎ BIŞÎNE EFRÎNÊ

Beriya 2 rojan li Tirkiyê hilbijartina herêmî pêk hat. Di vê hilbijartinê de AKP û serokê wê Recep Tayyip Erdogan derbeyek giran xwar. Bajarên mezin ên weke Enqere û Stenbol ji destê wî derketin. Bi derketina vê encamê re, medyaya Tirk dest bi goftûgokirina rewşeke nû kir. Ew rewş jî, domandina projeya guhertina demografîk li Efrînê ye.

Beriya 2 rojan li Tirkiyê hilbijartina herêmî hate lidarxistin.

Di vê hilbijartinê de AKP û serokê wê Recep Tayyip Erdogan derbeyek giran xwar.

Bajarên mezin ên weke Enqere û Stenbol ji destê wî derketin.

Bi derketina vê encamê re, medyaya Tirk dest bi goftûgokirina rewşeke nû kir.

Ew rewş jî, vegerandina penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ne.

Bi wateyeke din, domandina projeya guhertina demografîk li Efrînê ye.

Di propagandayên xwe yên hilbijartinê de, Erdogan gotibû ku ew ê penaberên Sûrî vegerîne welatê wan.

Ji bona ku soza xwe pêk bîne, dewleta Tirk a dagirker pilan dike ku hejmarek mezin ji wan penaberan ber bi Efrînê ve rêke.

DAGIRKERÎ Û DEWLETA QETERÊ HEWL DIDIN 40 HEZAR AVAHÎ LI EFRÎNÊ LÊKIN

Bi vî awayî, hem wê xwe ji penaberan û pirsgirêkên wan rizgar bike, hem jî wê pilana guhertina demografîk a li Efrînê pêk bîne.

Hat zanîn ku projeya lêkirina 40 hezar avahî li Efrînê ketiye rojeva dewleta Tirk a dagirker.

Aliyê peredayîn û fînansekirinê jî, dewleta Qeterê girtiye ser xwe.

Li gel rakirina avahiyan jî, projeyên têkildarî tenduristî, perwerde, ewlehî û çûn û hatinê jî di pilana dewleta Tirk û Qeterê de heye.

Hêjayî bîrxistinê ye, beriya salekî, ji ber êrîş û dagirkirina Efrînê, nêzî 300 hezar şêniyên Efrînê neçar man ji cih û warê xwe derbikevin.

Li şûna wan jî malbatên çeteyan ên Xûtaya Rojhilat, gundewarên Şamê, Homs, Hema û Idlibê ketin Efrînê û tê de xwe bi cih kirin.

Leave a Reply

Back to top button