LI LONDONÊ GREVA BI DORVEGERÎ DEST PÊ KIR

Berxwedana çalakgeran û piştgiriya ji bo wan jî li gelek welatên Ewropyê didomin.

Li aliyên din çalakiyên berxwedêrên greva birçîbûnê li gelek welatên Ewropayê dewam dike.

Li paytexta Îngilîstanê Londonê, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 3 kesan ji 14’ê Adarê ve didome.

Komek ji 15 kesan jî dest bi greva birçîbûnê ya bi dorvegerî kir.

MARGARET OWEN A 86 SALÎ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR

Parêzera mafên mirovan û avakara înîsîyatîfa Aştî li Kurdistanê Margaret Owen dest bi grevê dike.

Owen ku temenê wê 86 salî ye û mafên gelê Kurd diparêze got:

“Abdullah Ocalan nûnerê rastîn ê gelê Kurd e û ji ber wê jî bêedaletiya li ser wî bandorê li her kesî dike”.

LI SWÊDÊ LI BER WEZARETA KARÊN DERVÊ ÇALAKÎ PÊK HAT

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan li ber wezareta karên derve çalakî pêk anîn.

Bi navê Wezareta Karên Derve du rayedaran pêşwazî li çalakgeran kirin.

Û Anîn ziman ku ew ji rewşa li Tirkiyê bi fikar in û rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ji nêz ve dişopînin.

Her wiha ciwanên Kurd li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyeke şermezar kirin.

TECRÎD WÊ BI KEVE NÎQAŞA PARLAMENTOYA SWÊDÊ

Tecrîda li ser Ocaln û grevên birçîbûnê wê îro li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin.

Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh mehek berê pêşniyarek dabû.

Xwestibû ku tecrîda li ser Ocalna û çalakiyên greva birçîbûnê li parlamentoyê werin nîqaş kirin.

Rûniştina ku wê ev mijar lê werin nîqaş kirin, wê îro dest pê bike.

Leave a Reply

Back to top button