
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker gule li gundê Sermisaxê Jorîn ê navçeya Girkê Legê reşan.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin ber destê me, beriya niha bi çend saetan dewleta Tirk a dagirker bi guleyan êrişî gundê Sermisaxa Jorîn ê navçeya Girkê Legê kir.
Di encamê de 4 seriyên pez ên şêniyên gund telef bûn.
Dewleta Tirk gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir
Li aliyek din jî dagirkeran gundê Seyda, Mîelaq, rêya M4 û Rojhelatê navçeya Eyn Isa
bi obîsan topbaran kir..