Şandeya Defend Kurdistan serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser li Silêmaniyê kir

Şandeya Defend Kurdistan ango “Kurdistanê Biparêze” a li dijî êrîşên Tirkiyê ku serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, duh serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî kir.

Şandeya Defend Kurdistan , li Silêmaniyê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava kir.

Tê de bi navê şandeyê Alînda Johanne Weerts axivî û anî ziman “Ew li başûr in da şerê navxweyî dernekeve, û ji bo nerazîbûnên xwe derbarê êrîşên dewleta Tirk de nîşan bidin.”

Alînda diyar kir ev serdan ji şermezarkirina siyasetên şaş ên PDK’ê û daxwaza serbestberdana kesên hatine girtin, e jî .”

Her wiha bi navê Rêveberiya Xweser a Rojava Nûrşen Hesen eşkere kir ew vê serdana şandeyê bo Başûr girîng û cihê kêfxweşiyê dibîne.

Nûrşen Hesen diyar kir ku xebatên wan bi şandeyê re hatin parvekirin, li gel pêşkêşkirina nêrîn û giftûgoyan.

Back to top button