Desteya Tendirustiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ragihand ku li herêmê 4 kesan ji ber vîrûsa Corona yê jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 25 kesên din bi vîrûsa Corona yê ketine ji wan 13 mêr û 12 jin in.
Mistefa diyar kir kesên ku ji ber Corona jiyana xwe ji dest dan, 2 ji Hesekê, yek ji Dêrikê û yek ji Amûdê ye.
Mistefa da zanîn 3 kesên din ji nexweşiya Corona baş bûne.
Heya niha hejmara pêketiyên Corona li herêmê gihaşte 18 hezar û 460 kesan ji wan 765 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1864 baş bûne.