“Divê hikumeta Iraqê li ber êrîşên dagirkeriyê rabe”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku wê dewleta Tirk li hemberî têkoşîna gelê kurd têk biçe û got:
Gelê Kurd li ser piyan e, nasnameya xwe, mafên xwe diparêze.
Di vî şerê nû de jî dewlera Tirk wê winda bikin.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî destnîşan kir ku siyaseta êrîşê wê têk biçe.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên nû yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê axivîn.

Zubeyîr Aydar: Bi operasyona leşkerî zext li hikumeta Iraqê tê kirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku dewleta Tirk qala operasyonên leşkerî yên nû dike, li gorî vê yekê amadekariyan dike û got:

“Di demeke balkêş de dest bi van operasyonan kirin.

Rojek beriya ku Erdogan serdana Bexdayê bike dest bi vê operasyonê kirin.

Bi rêya vê operasyonê zexteke du alî dikin.

Bi vî rengî li aliyekî zextê li rêveberiya Başûr dikin li aliyê din jî zextê li hikumeta navendî ya Iraqê dikin.”

Zubeyîr Aydar: Wê li hemberî helwesta azadiyê ya gelê Kurd winda bikin

Zubeyîr Aydar diyar kir ku li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê êrîşên nû yên dagirkeriyê di rojevê de ne, li dijî vê yekê jî helwesteke gelê Kurd heye û got:

“Weke gelê Kurd, weke Tevgera Azadiyê û tevgerên Kurdistanî li hemberî vê yekê em xwedî helwestê ne.

Li hemberî vê rewşê û lêgerînên li şer, weke milet sekneke me heye.

Em ê azadî û xaka gelê xwe biparêzin. Gelê Kurd li ser piyan e, nasnameya xwe, mafên xwe diparêze.

Di vî şerê nû de jî wê winda bikin.”

Remzî Kartal: Dewleta Tirk dest bi şerekî dike ku wê têk biçe

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî anî ziman ku hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ji bo piştgiriyê ji êrîşa xwe ya nû ya dagirkeriyê re peyda bike li welatan digere, dikeve nava hewldanan û got:

“Ji bo piştgiriyê ji vê operasyonê re peyda bike di serî de li Iraqê li hemû welatên Rojhilata Navîn geriya.

Hêza xwe têra vê nake.

Lewma ji Iraqê, Îranê û welatên din ên herêmê alîkariyê dixwaze.

Ji welatên Ewropa, Emerîkayê alîkariyê dixwaze.

Bi alîkariya ji van deveran werbigire dixwaze encamê bi dest bixe. Lê bela em vê yekê bi eşkere dibêjin; ev hewldanên dewleta Tirk wê bê encam bimînin.

Remzî Kartal: Sekna gelê me wê êrîşan têk bibe

Remzî Kartal diyar kir ku wê sekna gel êrîşan têk bibe û wiha bi dawî kir:

“Dewleta Tirk, AKP-MHP û Hîzbûlkontra bi van êrîşan nikarin encamê bi dest bixin.

Ev pêvajo wê bi têkçûna hikumeta Tirk a faşîst bi dawî bibe.

Helwesta gelê me û sekna xwe ya dijber wê van êrîşan têk bibe.

Dewleta Tirk heta niha nekarî ji van êrîşan encamê bi dest bixe, ji niha û pê ve jî qet nikare encamê werbigire.

Back to top button