Kongra Star ji bo desnîşankirina namzetên xwe hilbijartinên pêşwext çêkirin

30 Gulanê dê Hilbijartinên Şaredariyan were lidarxistin.
Berî ku ev yek pêk were jî îro hilbijartinên pêşwext hatin destpêkirin.
Li sê navendan hilbijartên pêşwext ên ji bo destnîşankirina namzada Kogra Star hatin lidarxistin.

Piştî ku Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat erêkirin, biryar hate dayîn ku hilbijartin li herêmê pêk werin.

Destpêkê Komseriya Bilind a Hilbijartinan ya ji 22 endaman hat sazkirin.

Îro hilbijartinên pêşwext ên Kongra Star ji seat 9’ê sibehê ve destpêkirin û seat 3’yê piştî nîvro bidawî bûn.

Hilbijartin li sê navendên cuda yên li bajarê Hesekê hatin lidarxistin.

Li vir 4 jin ji aliyê Kongras Star ve hatibûn destnîşankirin û dê yek ji wan li gorî dengên ku bidestxistine tev li hilbijartinên şaredariyan ên giştî bibe.

Yek ji navendan jî taxa Xiwêran bû.

Li vir ji seatên sibehê ve jinan berê xwe dan navendê û dengê xwe dan yek ji namzadên destnîşankirî.

Li taxa Salihiyê jî navendek hebû, li wir jî jin bi girseyî çûn ser sendoqan û dengê xwe dan.

Jinên ku dengê xwe dan diyarkirin ku ew bi vê gavê gelekî kêfxweş in û ev yek serkeftina wan nîşan dide.

Hêjayî gotinê ye ku wê 30 Gulan Hilbijartinên Şaredariyan ên giştî pêk werin û dê li her wargehekê ku 10 hezar kes lê dijîn, şaredariyek lê ava bibe.

Back to top button