SOHR: Hizbullah û milîsên Iraqî li şûna hêzên Îranê bi cih bûne

Tê îdiakirin Îrana her ku diçe hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyê kêm dike.
Çapemeniya Fransî jî dibêje, şêwirmendên leşkerî yên Îranê li Heleb û bi taybetî jî li herêma Dêrezorê hebûna xwe didomînin.
Ya diyar li nava Sûrî, Îran di nava tevgerê de ye.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku li van herêman leşkerên Lubnanî û Iraqî yên alîgirên Îranê, li cihê yên Îranî hatine bicihkirin.

Li gorî hin çavkaniyên din ên ku agahî dane AFP’ê jî hebûna Îranê ya li Şamê kêm bûye û bi taybet jî hin ofîsên girêdayî artêşa Îranê hatine girtin.

SOHR: Gelek şêwirmendên leşkerî yên Îranî ji Sûriyeyê derketine

Di heman demê de hate îfadekirin ku li gelek taxên Şamê al, nivîs û portreyên serokên Îranê hatine rakirin.

Rêxistinê ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê di meha Adarê de gelek şêwirmendên leşkerî yên Îranî ji Sûriyeyê derketine.

“Îran hebûna xwe ya leşkerî ya li Heleb û Dêrezorê didomîne”

Lê belê li gorî hin şahidan ku AFP’ê li gel wan hevdîtin pêk aniye şêwirmendên leşkerî li Heleb û bi taybetî jî li herêma Dêrezorê hebûna xwe didomînin.

Her wiha hebûna leşkerî ya Îranê ya li rojhilatê Sûriyê li herêma Bûkemalê ya li nêzîkî sînorê Iraqê zêde bûye.

Back to top button