Nêçîrvan Barzanî li Îranê ye

Serokê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya dem borî, Nêçîrvan Barzanî li Îranê ye.
Di wextekî PDK naxwaze hilbijartinên parlamentoyê pêk werin de, ev serdana bo Îranê balkişand.
Deshilata Tahranê ji Barzanî xwest ku Başûr nebe qada êrişî li ser Îranê were kirin.
Çapemeniya Erebî jî dibêje, armanca sereke ya serdanê paşxistina hilbijartina parlamentoyê ye.

JI van hersê dîmenan 8-10 sanî dimenê silavdanê bikar bîne.

Partî Demokratî Kurdistan PDK ji bo hilbijartina parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê pêk neyê, di nava tevgerê de ye.

Rêveberiya PDK’ê di sêgoşeya Hewlêr, Bexda û Tehranê de maye.

Piştî Iraqê, Serokê hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê ya dem derbasbûyî Nêçîrvan Barzanî berê xwe da Îranê.

Reîsî: Nabe sînorê li gel ranê bibe cihê êrişên ser herêmê

Barzanî tevî Wezîrê Karê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahiyan, bi Serokomar Îbrahîm Reîsî û Rêveberî Olî yê Îranê re jî civiya.

Reîsî di hevdîtinê de ji Barzanî re got:

Em ji hebûna sînorên dirêj yên bi hevre keyfxweşin û weke fersendekê dibînin.

Lê pêwiste ev yek nebe sedema ku sînorên herêmê ji bo êrişên li ser Îranê werin bikaranîn.”

Reîsî her wiha ji gavên PDK’ê yên jinavbirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li herêma Başûr bicih bûyîn jî keyfxweşiya xwe anî ziman.

Li gorî agahiyên di medya Serokomariya Îranê de hat parvekirin jî li ser navê Barzanî ev agahî hatin belavkirin:

Herêma Kurdistanê, peymana ewlekariyê ya Iraq-Îranê tam pêk tîne.

Barzanî ji bo Îsraîlê jî wiha gotiye:

“Ti aqilek selîm, di wextekî rejîmek herî bihêz heyî de li kêleka yê di wextê xwe yê herî xerab de ye namîne.”

Çapemeniya Erebî: Armanca serdana Barzanî paşxistina hilbijartinê ye

Her çiqasî gotinên di çapemeniyê de, li ser peywendiyên aborî û ewlekariyê derketibin jî çapemeniya Erebî ev serdan bi hilbijartina parlamentoya başûrê kurdistanê ve girê da.

Rojnamevaya Şarqul Awsat derbarê armanca serdana Nêçîrvan Barzanî de, hinek agahî parve kir.

Rojnamevaya Şarqul diyar kir ku armanca serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Îranê, ew e ku ji rayedarên Îranê bixwaze ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê, zextê li YNK’ê bike.

Rêveberên YNK’ê jî di her fersendê de tînin ziman ku wê hilbijartin di dema xwe de pêk were.

“Nêçîrvan barzanî ji bo paşxistina hilbijartinê li îranê ye”

Back to top button