Dadgeha Federal ya Iraqê îro li ser giliyê Mesrûr Barzanî dicive

Çav li rê ye ku 10’ê Hezîranê li Başûrê Kurdistanê hilbijartina Parlementoyê were lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo paşxistina hibijartinan li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kirbû.
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê derbarê giliyê Mesrûr Berzanî civiya.
Dadgehê giliyê Mesrûr Berzanî red kir.
Bi vê re hêjmara kursiyên parlamentoya başûrê Kurdistanê ku 111 kursî bûn, bû 100 kursî.

6’ê Gulanê, serokê demborî yê Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kir.

Giliyê Mesrûr Barzanî ew e ku tedbîr û amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê rawestîne.

Dadgeha Federal ya Iraqê li ser çend giliyan civiya û yek ji wan jî giliyê Mesrûr Barzanî ye.

Dadgeha Federal giliyê Mesrûr Barzanî red kir

Di civînê de, Dadgehê giliyê Mesrûr Berzanî nirxand.

Piştî nirxandinê, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, giliyê Serokwezîrê Herêma başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li ser hejmar û parvekirina kursiyan a li parlamentê red kir.

Li gel vê yekê, hêjmara kursiyên parlamentoyê ku 111 kursî bûn, bû 100 kursî.

Li gor biryara Dadgeha Federal 4 herêmên hilbijartinê yên başûrê Kurdistanê, Herêma Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce ne.

Hêjmara kursiyên herêman wiha ye;

Hewlêr 34 kursî, Silêmanî 38 kursî, Duhok 25 kursî û Helebce 3 kursî.

Ji Bexdayê ji bo hindikahiyên li Başûrê Kurdistanê 5 kursî

Li aliyekî din jî, Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Cumane Xelay bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku Tirkmen, Xiristiyan û Ermenên li Herêma başûrê Kurdistanê ya Federal wê bi 5 kursiyan bêne temsîlkirin.

Gorî daxuyaniyê biryar ji aliyê Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê ve hatiye wergirtin.

Li gorî wê, dê li Silêmaniyê 2 kursî, li Hewlêrê 2 kursî û li Dihokê jî kursiyek ji bo pêkhateyan bin.

Bi vî awayî, wê dabeşkirina kursiyên pêkhateyan wiha be:

Hewlêr: Kursiyek ji bo Tirkmenan, kursiyek ji bo Mesîhiyan

Silêmanî: Kursiyek ji bo Tirkmenan, kursiyek ji bo Mesîhiyan

Dihok: Kursiyek ji bo Ermenan

 

Dadgeha Federal civîna li ser giliyê Mesrûr Barzanî paşxist

 

Back to top button