LI PARÎSÊ DI 11 VÊ MEHÊ DE WÊ TRUMP Û PUTIN LI HEV BICIVIN

Şêwirmendê Kremlênê Yuri Ushakov ragihand ku wê serokê DYE Donald Trump û serokê Rûsyayê Valdimir Putin 11 vê mehê li Parîsê bêne gel hev.

Ajansa Novosti ya Rûsî li ser zimanê Ushakov diyar kir ku di merasîma derbasbûna 100 sal li ser Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, ya ku wê li paytexta Fransayê Parîsê bê lidarxistin, wê serokên herdu dewletan li hev bicivin.

Hat zanîn ku wê hevdîtin kurt û nefermî be, piştî wê bi demekê wê li paytexta Arjentînê Buenos Aires di lûtkeya 20’an de hevdîtineke fermî di navbera Trump û Putin de were lidarxistin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hevdîtina herî dawî di navbera herdu rayedaran de li paytexta Finlandayê Hêlsinkiyê di Tîrmeha borî de pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button