JAMES JEFFREY: YEKÎNEYÊN PARASTINA GEL (YPG) NE TERORÎST IN

Nûnerê Taybet ê DYE ji bo Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku Emerîka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) weke rêxistineke terorîst nabîne.

Di kongreya çapemeniyê de Jefrrey diyar kir ku Emerîka metirsiyên Tirkan derbarê piştgiriya wan ji Hêzên Sûriya Demokratîk re di ber çavan derbas dike û wiha got:

“Helwesta me zelal e, Yekîneyên Parastina Gel ne terorîst in.”

James Jeffrey ragihand ku siyaseta DYE ya sereke di Sûriyê de têkbirina DAIŞ’ê û pêkanîna biryarên Konseya Ewlekariya Navnetewî ya 2254 e.

Her wiha Jeffrey li ser derketina Îranê ji Sûriyê jî teqez kir.

Derbarê Rûsyayê de nûnerê Emerîkî anî ziman ku ew bi hêvî ne ku Rûsya rê bide Îsraîlê da ku baregehên Îranê li Sûriyê bike armanca xwe.

Leave a Reply

Back to top button