Îro salvegera şehadeta fermandar û damezrînerê YPG’ê Xebat Dêrik e.
Beriya 7 salan weke îro, fermandar Xebat Dêrik li bajarê Qamişlo, di encama êrişeke bêbext a hevkarên dewleta Tirk de şehîd bû.
Fermandar Mahmûd Mihamed bi nasnav Xebat Dêrik piştî salên dem-dirêj ji têkoşîna azadiya Kurdistanê, sala 2011’an di asta pêşengiyê de cihê xwe di nava kar û xebatê Rojava de girt..
Ji ber pêşbîniya wî ya bihêz, dibe fermandar û sazimankarê Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê..
14’ê Çileyê sala 2012’an li bajarê Qamişlo di encama êrişeke bêbext de, Xebat Dêrik şehîd bû..
Li pey şehadeta wî, hêzên parastina ku ji hejmareke kêm a keç û xortên Rojava pêk dihat, di nava demeke kurt de veguherî artêşa parastina gelan..
Bi deh hezaran şervanên YPG û YPJ’ê li ser şopa Xebat Dêrik karîbûn bi berxwedana li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li her devera cîhanê deng vedin..