KOMKUJIYA LI NEW ZEALANDÊ KUJERÊ 49 KESAN LI DADGEHÊ YE

Doh di encama êrişa li dijî 2 mizgeftên li New Zelandayê de, 49 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn..
Kujerê Awusturalî Brînton Tarant di rûniştina pêşî ya dozê de hate girtin..

Dema welatiyên Musliman li du mizgeftên New Zelandayê ji bo nimêja Înê kom bibûn, nijadperestê ji Awusturalyayê Brînton Tarant ê 28 salî gulle li wan reşand..

Di encamê de 49 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn..

Rêveberiya welatê êrişa weke roja reş binav kir..

Kesê êrişkar îro bi tewana kuştinê derket pêşberî dadgehê..

Di rûniştina yekem de kujer beyê ku ti bersivê têkildarî êrişê bide hate girtin..

Tê payîn ku 5’ê Nîsanê dadgeha New Zelandayê birayara xwe têkildarî cezakirina Brînton Tarant eşkere bike..

Leave a Reply

Back to top button