Êrîşên li dagirkeran yên li ser herêmê dewam dikin.
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên xwe êrîşî gundên navçeya Til Temir kirin.
Îro careke din artêşa Tirk dagirker gundê El Tewîla yê li Rojavayê Til-Temirê û rêya M4 topbaran kir.
Dagirkeran berî nîvro jî gundê Erîda û Bîr-kêtik yên Girê Spî topbaran kir.
Di encam topbaran artêşa dagirker de li gundê Erîda şewat derket xanî baxçeyên gundiyan şewitîn.
Dewleta Tirk duh jî bi tank û çekên giran êrîşê gundê Cat ê Minbicê kir.
Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên wan tankeke artêşa Tirk li gundê Cat rûxandin.
Her wiha hemwextê êrîşa li gundê Cat’ê artêşa Tirk a dagirker gundê Xirêbkê yê navçeya Şêrawayê bi hawan û obusan topbaran kir.
Hêzên dagirker êrîşî dibistana gund jî kirin ku koçberên Efrînê lê dimînin.