Li Şehbayê Konferansa Damezrîner bi tevlîbûna 300 jinan tê lidarxistin

Konferansa Damezrîner a Yekîtiya Jinên Êzidî li ser asta Rojavayê Kurdistanê, bi amadebûna 300 jinan li Şehbayê hate lidarxistin.

Bi dirûşma “Bi fikrê neteweya Demokratîk jinên êzidî yên Rojava dê bi ser kevin” Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava konferansa xwe ya damezrîner bi tevlîbûna 300 jinên êzidî ji herêmên Efrîn û Cizîrê li dar xist.

Konferansa li Hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar ket.

Hevseroka Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê Suad Hiso axivî..

Suad îşaret bi fermanên li dijî civaka êzidî kir û destnîşan kir ku jinên Êzdî rastî hovîtirîn cureyên tundiyê hatin.

Suad Hiso anî ziman ku saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan me hêzên xwe yên îdeolojî ava kirin da ku ol, jin û zarokên xwe ji pişaftin û qirkirinê biparêzin.

Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demkratîk a herêma Efrînê Sêvîn Hiso perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê pêwîstiya hevgirtina gelê Kurd û pêşengiya jinên êzidî ji şoreşê re xwendin.

Li gel vê, rêveberiya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûrî Eyse Mehmûd diyar kir ku gel jin xwe bikin yek wê yekîtiya civakê tev jî çêbibe.

Konferan heta vê kêliyê bi nirxandinan dewam dike.

Back to top button