Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê bi hinceta Doza Kobanê li dijî biryara berdana parlamenter û siyasetmedarên kurd derket.
Parlamenterên berê yên HDP’ê Emîne Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê Emîne Ayna û hesabgirê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk beriya çend rojan hatibûn berdan.
Lê belê serdozgeriya Enqerê bi hinceta “Doza Kobanê” li dijî bedana wan derket.
Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê daxwaza dozgeriyê red kir û ji bo biryar li ser îtirazê bê dayin, dosya şand ber destê Dadgeha Cezayê Giran a 23, a Enqereyê.