Li Congo Herêma Bokoco ya bakur-rojhilatê welat di şerê navbera Artêşa welat û çekdarên dijber de 22 sivîl hatin kuştin.
Rayedarên herêmî derbarê mijarê de ragîhandin ku li Herêma Bokoco ya bakur-rojhilatê welat di navbera Artêşa welat û çekdarên dijber de şer derket û 14 sivîl hatin kuştin.
Li aliyê din jî Artêşê ragîhand ku li herêma Îromo ya başûrê welat çekdarên herêmî 8 welatiyên sivîl darvekirin.
Di çend mehên dawî de tundiya li Herêma Îromo ya Congo zêdebûye û gelek êrîşên çekdarî pêk tên.