Besê Hozat: Tifaqa demokrasiyê yekane rêya rizgariya ji faşîzmê ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê êrîş û siyaseta nijadperest û faşîst ya ku li Tirkiyê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê tê kirin, destnîşan kir ku tifaqa demokrasiyê yekane rêya rizgariya ji faşîzmê ye û got: ”Divê astengiyên li pêşiya vê tifaqê ji holê bêne rakirin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di beşa duyemin a hevdîtina taybet de derbarê tifaqa demokrasiyê, têkoşîna hevpar ya jinan û kuştina Denîz Poyraz de nirxandin kir.

Besê Hozat diyar kir ku feraseta ‘Em û Kurd bila bi hev re neyên dîtin, yan jî Kurd zêde sûdê jê wernegire’ li dijî tifaqa demokrasiyê jehr e û got:

Li Tirkiyê li nava Partiya Çep û CHP’ê hin kesên ji xwe re dibêje çepgir im, sosyalîst im, demokrat im dilê xwe bi vê jehrê dagirtî ye. Neteweperestî jehreke mezin e, divê ji vê jehrê bê rizgarkirin, ferasetên bi vî rengî li pêşiya tifaqeke berfireh a demokrasiyê asteng e.

Besê Hozat: Faşîzma mêtingeriya qirker hebûna HDP’ê weke xilasiya xwe dibîne

Besê da zanî ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku li ser piyan bimîne şerekî giştî dike.

HDP bi hişmendiya neteweya demokratîk, yekîtiya demokratîk a gelan û civakeke bi azadîxwziya jinê, diparêze.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dijminê van hemû nirxan e ku HDP wan diparêze, êrîên li ser HDP’ê parçeyek ji şerê giştî ye.

Besê Hozat: Kujerê Denîz Poyraz desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê teqez kir ku kujerê Denîz Poyraz desthilata Faşîst a AKP-MHP’ê ye.

Li Tirkiyê rêça têkoşîna demokratîk pir xurt e. Dîroka têkoşîna demokrasiyê hevtemenê dîroka komarê ye. Gelên Kurdistanê û Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û jinan bi rengekî xurt li Deniz Poyraz xwedî derketin. Ên ku derketin derve û bi milyonan mirovên ku daketin qadan bi yek dengî gotin, ‘Em hemû Deniz in, hem hemû HDP ne”.

Besê Hozat: Têkoşîna hevpar a jinan hemû civakê dikare rake ser piyan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşankir ku faşîzma AKP-MHP’ê dijminê jinan e û wiha bi dawî kir;

“Têkoşîna jinan têkoşîna civakî domdar dike. Desthilat, her cure êrîşê tîne ser jinan û dixwaze destkeftiyên jinan ku bi têkoşîneke mezin bi dest xistine tine bike.

Divê tevgera jinan a Kurdistanê û Tirkiyê hêza xwe bikin yek, eniya têkoşîna hevpar geş bikin. Têkoşîna yekbûyî ya jinan wê hemû jinan rake ser piyan û dawiya faşîzma ku dihejine bîne.

Back to top button