Îro di saetên serê sibê de li paytexta Îran Tehranê 3 teqîn pêk hat.
Çapemeniya Îranê ragihand ku 3 teqîn li parka Kompleksa Dermanfiroşiyê ya Barakat pêk hatiye.
Berdevkê Rêveberiya Agirkuj a Tehranê jî teqîn piştraskir û diyar kir ku wan tîmên agirk kuj û yên rizgariyê şandine cihê bûyerê.
Hate gotin ku heta niha sedema teqînan nehatiye zelalkirin û di encama teqînan de jî ti ziyanên canî pêk nehatiye.
Hat bi bîr xistin ku ew têqîn, piştî serdana Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqer Qalibaf li Kompleksa Hilbirîna Dermanan a Barakat ve pêk hat.