Hevserokatiya TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
TEV-DEM’ê ji bo piştevaniyê ji gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re banga alîkariyê kir.
Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin :
” Em di serî de ji bo malbatên ku xizmên wan di vê felaketa lehiyê de jiyana xwe ji dest daye û ji gelên me yên Rojhilat re sersaxiyê dixwazin û em êşa wan parve dikin.
Di vê rewşa awarte de di serî de gelê Kurd û hemû mirovahî, divê bi hestiyariyeke mezin hemû derfetên xwe seferber bikin û ji bo alîkariyê çi ji destê wan tê divê bikin.
Em bang li gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û gelên me yên li Bakur û Rojhilat Sûriyê dikin ku, erk û berpirsyariya xwe ya neteweyî bi cih bînin.”