Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Minbicê nasnameya 2 endamên xwe yên şehîd eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniykê nasnameya 2 hevalên xwe ku li Minbicê şehîd bûn, eşkere kirin.

Navanda Ragihandin û Çapameniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamên xwe Mihemed El Miwas û Mehmûd Xelîfe ku li Minbicê dema ku li ser erkê xwe şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin şehîd xwediyê vîna azadiya gelane, ku ji bo azadiya gel canê xwe feda dike.

Hate diyar kirin Mihemed El Miwas û Mehmûd Xelîfe ji bo aramî û ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were, cihê xwe di nava şoreşa Rojava de girtin.

Hat gotin Mihemed û Mehmûd dema ku li ser erka xwe bûn ji bo parastina herêmê û gel gihiştin asta şehadetê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji malbatên şehîdan û gel re sersaxî xwest û soza şopandina riya şehîdan dan.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Mihemed El Miwas di 13’ê Tîrmeha 2021’an dema ku li ser erkê xwe bû li Minbicê şehîd bû.

Mehmûd Xelîfe di 13’ê Tîrmeha 2021’an dema ku li ser erkê xwe bû li Minbicê şehîd bû.

Back to top button