Bi boneya hatina Cejna Qurbanê, Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê, û HDP’ê, KCK’ê, û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a pkk’ê bi daxuyaniyên cûda cejna qurbanê li alema îslamî pîrozkirin hêvîkirin ku ev cejin bibe cejna aşîtî û wekheviyê.
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de hêvî kir ev cejn bibe wesîleya pêkanîna aştî û aramiyê li tevahî Sûriyê û da zanîn “Girîngiya cejnan di wateyên cewherî, lêborîn û exlaqî de ye.”
TEV-DEM’ê anî ziman:
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê cejnan vedigerînin teror û mirinê û bi nêzbûna hatina Cejna Qurbanê re goristana şehîdan li Efrînê vekirin, ev kirinekî dermirovî ye û li dijî hemû ol û nirxên ewlehî ye.”
TEV-DEM’ê cejin li malbatên şehîdan û birîndaran pîroz kir û piştrast kir ji bo hemû koçber cejna bê li ser axa xwe pîroz bikin ew ê têbikoşin.
KNK: Cejna Qurbanê li gelê me û alema Îslamê pîroz be
Di derbarê heman boneyê de KNK jî peyamek weşand.
KNK’ê cejna Qurbanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîrozkir û got:
” Tevî ku dagirkerî û gefên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê her diçe zêdetir dibin.
Lê Mixabin em dîsa cejnê, di rewşa aloz de pîroz dikin.”
KNK wiha domand: ”Bêguman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava têkoşîneke neteweyî ya demokratîk a hemdemî de ye.
Êdî gel bi tenê hêviya xwe bi xwe û Rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.
Em hêvî û bi baweriya ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.
KCK: Misilman hemû divê li ber faşîzma AKP-MHP’ê rabin
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand.
Peyama KCK’ê ya ji bo cejnê wiha ye:
“Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz be.
Em hêvîdar in ku Cejna Qurbanê ya îsal ji bo Rojhilata Navîn, tevahiya alema Îslamê bibe wesîleya aştî, aramî, edalet û tenduristiyê.
Bi hêviya ku bibe wesîleya xurtkirina dostanî û biratiya nava gelan, mezinkirina parvekirin û pitşevaniyê û bihêzkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê.”
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan pîroz kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ jî Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan pîroz kir û têkildarî êrişên li ser şehîdgehan got:
“Em soz didin ku wê her cûre tola şehîdên me bê rakirin û hesab bê xwestin.”
HDP’ê Cejna Qurbanê pîroz kir
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Cejna Qurbanê pîroz kirin û gotin:
“Em hêvîdarin ku li çar aliyên cîhanê bibe wesîleya tenduristî, aştî, aramî, edalet û biratiyê.”