Koordînasyona Kongreya Star qurbaniyên komkujiyên Til Eran û Til Hasil û Qamişlo ku di salên 2013’an û 2016’an de pêk hatin, bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan da.
Kongra Star derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de qurbaniyên komkujiyên ku bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê pêk hatine, bibîr anîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş û pîlanên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser bê navber didomîne û êrîşên topbarana duh li gundên Til Temir û Şehbayê berdewama pîlanan e.
Kongreya Star di dawiya daxuyaniyê de êrîş û pîlanên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û soza şopandina riya şehîdan da.