Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bikaranîna hêzê ya li dijî sivîlên li Derayê şermezar kir û bang li Rûsyayê kir ku wekî garantor bi rola xwe rabe
MSD’ê daxuyand ku aloziya li wir bi lihevhatinan çareser nabin û ji bo pêkanîna aramî û ewlehî li herêmê ew lihevhatin nabin bedîl ji danûstandina siyasî re.
MSD’ê bang li Rûsya kir ku bi rola xwe ya garantor rabe û ewlehiya sivîlên ku red kirin biçin herêmên bakurê Sûrî yên dagirkirî piştî ku hêzên çekdar ew bi tenê hiştin û li warê xwe man, misoger bike.
MSD’ê bikaranîna hêzê ji aliyê hikumeta Şamê ya dijî sivîlan li Derayê şermezar kir û bang li gelê Derayê kir ku li dijî hewldanên koçberkirina wan bi darê zorê derkevin û dev ji axa xwe bernedin.
MSD’ê di dawiyê de bang li civaka navdewletî û NY kir destwerdanê bike û rê li ber şerê navxweyî bigire û ji bo çareserkirina aloziya Sûrî mercên guncav biafrîne.