Li Dêrikê 94 cangoriyên azadiyê yên ku di mehên Hezîran û Tîrmehê şehîdbûne bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve li qada Kornîş hate lidarxistin.
Malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên Dêrikê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de ji rêveberên PYD’ê yê Girkê Legê Diyar Hesen axivî û got,
“Divê her kes erkê xwe weke rêxistinkirina civakê, berpirsiyarî û parastina destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, pêk bînin.”
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hatin xwendin.
Paşê sînevizyon der barê dîrok û têkoşîna 94 şehîdan hate pêşandan.