Li Helebê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) pêngava teşwîqkirina fêrbûna bi zimanê dayikê da destpêkirin.
Pêngav di roja 3’yan de bi belavkirina broşûrên bi zimanên erebî û kurdî berdewam e.
Di van broşûran de îşaret bi girîngiya parastina ziman hate kirin.
Mamoste Sozan Mihemed di vê derbarê de anî ziman ”Armanca sereke ya pêngavê ew e zimanê kurdî were parastin û gel were agahdarkirin ku nasnameya xwe binase.” û eşkere kir jimara kesên beşdarî vê pêngavê bûne gihaştiye 150 mamosteyî.
Herî dawî Sozan Mihemed hêvî kir ku her kes zarokên xwe bişînin da fêrî zimanê dayikê bibin.