Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên ji nişkave serdana Tirkiryê kir û bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan re hevdîtin pê kanî.
Serokatiya Ragihandinê ya Hikûmeta Îraqê derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên serdana Tirkiyê kiriye.
Hate gotin ku hevdîtina Hisên a bi Erdogan re 40 deqeyî dewam kiriye û tu agahiyên zêde derbarê sedem û encamên wê de nehatine biparvekirin.
Ev serdana Fuad Hisên di rojeva Iraqê de tune bû û ji nişkave pêk hat..