YPG’ê ragihand ku tu têkiliya hêzên wan bi topbarana ku duh li ser bajarê Efrînê pêk hat re tune ye.
Duh navenda bajarê Efrînê bi moşekan hat topbarankirin.
Dewleta Tirk a dagirker dîsa bi propangandayên derew YPG bi topbaranê, tewanbar kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tawanbarî red kir.
YPG’ê diyar kir ku tu têkiliya hêzên wan bi topbaran li ser Efrînê re, tune ye.
Di derbarê propaganda û îdiayên ku dewleta Tirk dike YPG wiha got:
“Dewleta Tirk herdem hewl dide bûyerên li vê herêmê diqewimin, biavêje ser me. Nûçe û îdiayên bi vî awayî dûrî rastiyê ne.”