Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civakên Demokratîk ya Kuristaniyên li Ewropayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dijî êrîşên dewleta Tirk banga daketina qadan kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyniyek da.
KCDK-E’yê anî ziman ku ji bo jiyîna li cîhaneke bê şer, di nava aştî û azadiyê de jiyîn mîna hemû gelên cîhanê mafê gelê Kurd jî heye ku bi heman rengî bijî.
KCDK-E’yê diyar kir ku li ber çavê cîhanê û saziyên navneteweyî Tirkiye êrîşî Şengal û Rojava dike û ji bêdengiya Ewropa, NY, NATO’yê cesaretê digire.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk banga daketina qadan û tevlîbûna çalakiyan kir.
Derbarê çalakiya rûniştinê ya li Belçîka ya li pêşiya Parlemetoya Ewropayê ku bi dirûşma ‘Li dijî dagikeriya Tirk Kurdistanê Biparêzin’ , KCDK-E banga tevlîbûnê li kesayet û saziyên demokratîk kir.