Bi sedan şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
August 28, 2021
18
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi pêşengtiya ciwanên şoreşger, êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşekê girsayî şermezar kirin. Meş li çerxerêya Şehîd Gulê Selmo veguherî mîtîngê û li wir berxwedana şervanên QSD`ê silav kirin û bang li gel kirin ku asta tekoşînê bilintir bikin.